NY: 200 Hezar Kes ji ber Şer ji Helebê Revîyane

Rêvebira mirovahî ya Neteweyên Yekgirtî dibêje şerê navbera leşkerên Sûrîyê û serhildayan li mezintirîn bajarê welat, Helebê, 200 hezar kes di du rojên dawî de neçar kiriye ku ji deverên xwe birevin.

Valerie Amos roja Yekşemê di daxuyanîyekê de got ku şer karê rêxistinên mirovahî zehmet dike ku alîkarîya xwarinê, ava paqij, doşek û betanîyan pêşkêşî rûniştvanan bikin, ewên ku ji cihên xwe derketine.

Her li roja Yekşemê, Ûrdunê bi fermî yekem kampeke konan jibo penaberên Sûrî vekir. Nasser Judah, Wezîrê Derve yê Ûrdunê got, welatê wî 142 hezar hemwelatîyên Sûrîyê hewandîye ligel nêzîkî du hezar kes ku rojane digihêjin wir.
Tirkîyê jî bêtirî 44 hezar Sûrî hewandîye.

Çalakvanên Sûrî dibêjin, hêzên ewlekarîyê bi tank û topan êrîş roja Yekşemê birine ser cihên serhildayan li Helebê.