Serhildayên Sûrî Hewl Didin Televizyoneke Dewletê Kontrol Bikin

Hêzên ewlekarîya Sûrîyê careke din roja Şemîyê ligel serhildayan ketin nav şer û pevçûnan li dema ku herdu alîyan dixwestin ku televizyoneke dewletê li bajarê Helebê kontrol bikin. Leşkerên hikûmetê li Şamê jî deverên serhildayan bombebaran kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeh li Londonê ye got, bêtirî 20 kesan di şerê roja Înê de hatin kuştin.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî çareşerîyeke ne mecbûrkirî roja Înê qebûl kir ku karanîna hikûmeta Sûrîyê ya çekên giran di şerê dijî serhildayan de şermezar kir. Dengdanê herwiha rexne li Civata Ewlekarîya N.Y. kir jibo ku nikarîbû tundûtûjîyê rawestîne.

Sûrîyê ev kiryar Civata Giştî ya N.Y. qebûl nekir.