Zardeşt Elî: Civaka Navneteweyî Plana Annan Careke Din Nû Dike

Hewildanên nûnerê Komkara Ereb û NY bo Sûrîyê Lexder Brahîmî di dema dawî de diyar dikin ku civaka navneteweyî bizavê dike dawîyê li rijandina xwînê li Sûrîyê bîne. Serdanên vê dawîyê yên Brahîmî bo Sûrîyê û Rûsya nîşana van hewildanên civaka navneteweyî ne.

Di vê derbarê de, rojnamevan Zardeşt Elî ji Dengê Amerîka re dibêje ku Rûsya û Amerîka gihiştine bawerîyekê ku pêwîst e prosesa siyasî bibe egera çareserîya krîza Sûrîyê.

Birêz Elî herwiha dibêje, jiber ku krîza Sûrîyê ketiye destên lîstikvanên navneteweyî, berjiwendîyên van welatan çarenûsa Sûrîyê destnîşan dikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Zardeşt Elî re