Çiya Mazî: Bûyerên Tirkîyê Serhildaneke Tevlihev e

Çiya Mazî

Xwepêşandanên li dijî hikûmeta Recep Tayyip Erdogan li Stenbol û bajarên din yên Tirkîyê berdewam in, nêzîkî du heftîyan piştî protesto li qada Taksîm a Stenbolê destpê kir.

Nivîskar Çiya Mazî li Stenbolê dibêje ku protestoyên Tirkîyê hem postmodern û hem serhildaneke tevlihev e. Birêz Mazî dibêje ku “ev ne tiştekî klasîk e. Ev birastî serhildaneke bajarî ye.”

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerka re, birêz Mazî got ku Kurd bi rengên xwe, bi radîkalîsm a xwe û bi dirûşmên xwe yên radîkal jî li xwepêşandanên qada Taksîmê beşdar dibin.

Nivîskar Çiya Mazî herwiha got ku tu kes nizane xwepêşandan wê heta kengî berdewam bikin û biryar jî ne di destê tu kesî de ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi birêz Çiya Mazî re