Veroj: Rawestandina Vekişandina Çekarên PKK'ê Taktîk e

Seîd Veroj

Rêberatîya Koma Civakên Kurdistanê ragihand jiber ku hikûmeta Tirkîyê jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd û di warê demokratîkbûnê de gav neavêtiye, vekişandina gerîla dane rawestandin lê belê agirbest dê berdewam be.

Seîd Veroj, şirovekarê sîyasî û sernivîserê kovara Bîr, dibêje ku rawestandina vekişandina çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê taktîkek e jibo çêkirina giranîyê li ser hikûmeta Tirkîyê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Veroj got ku pevajo bi Îmralî û Abdullah Ocalan re destpêkir, bê Ocalan rawestandina vekişandina gerîlayan û dubare destpêkirina şerê çekdarî zehmet e.

Birêz Veroj herwiha got ku dibe ku hêzên herêmî û navneteweyî pêvajoyê têk bibin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi birêz Seîd Veroj re