Artşêa Lubnanê Bajarê Terablusê Kontrol Dike

Serokwezîrê Lubnanî dibêje ku karbidestên mezin yên dewletê biryar da ku artêş jibo şeş mehan bajarê Terablus li bakura welatî kontrol bike.

Necîb Mîqatî roja Duşemê kontrolkirina Terablusê ji layê artêşê ve ragihand piştî kombûneke serekî ya parastinê, ku bi amadebûna rêberên Lubnanî li qesra serokatî birêve çû.

Ev sê roj in şer û pevçûnên tayifî li navbera alîgir û dijberên Serokê Sûrî Beşar El Esed li Terablusê berdewam in.

Karbidestên parastinê dibêjin ku her ji roja Şembî vir ve, herî kêm 12 kes li wî bajarî hatîne kuştin û 100 kesên din birîndar bûne.