Cîhad Salih Biryara Amerîka ya Rawestandina Alîkarîyên Nekujer bo Opozisyona Sûrîyê Dinirxîne

Cîhad Salih

Hikûmeta Amerîka roja Çarşemê biryar da ku hemû alîkarîyên xwe yên nekujer jibo opozisyona Sûrî ya çekdar rawestîne, piştî ku komeke radîkal ya Îslamî destên xwe danîn ser wargeheke çekên opozisyonê li nêzîk sînorê Tirkîyê.

Wezareta Derve ya Amerîka got ku alîkarîya mirovahî jibo gelê Sûrîyê dê her berdewam bike û "ev biryar bandorê lê nake."

Ji bilî Amerîka, Brîtanya jî ragihand ku ew alîkarîya xwe ya nekujer jibo Artêşa Azad radiwestîne.

Di vê derbarê de, rojnamevan Cîhad Salih ji Dengê Amerîka re dibêje ku mebesta rastîn li dû vê biryarê ew e ku "Amerîka dixwaze ji Artêşa Azad re encamên ne qebûlkirina çûna konferansa Jinêve" bide xuya kirin.

Birêz Salih herwiha dibêje, dê ev biryar herwiha derfetê bide rejîma Esed ku hinek deverên nû vegerîne bin kontrola xwe.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Cîhad Salih re