Komela Hiqûqzanên Kurdîstanê Tê Damezrandin

Parêzerên ku dixwazin Komela Hiqûqzanên Kurdistanê ava bikin, daxwazanameya fermî ya damezrandina komelê roja Sêşemê dan Walîtîya Dîyarbekirê.

Hevseroka Komelê Parêzer Gulşen Ozbek da xuya kirin armanca komelê ewe ku li herêma Kurdan, li hember qanûnên ku ferq û cudahî dike nav welatîyan tekoşînek hiqûqî bikin

Gulşen Ozbek got, hiqûzanên Kurdistanê pir zêde rastî astengîyan tên jiber vê yekê jî ev komele dê bibe warê piştgirîyê.

Hevseroka Komelê da xuya kirin armanca herî girîng ewe ku komelê dê xizmetê bike jibo berjewendîya netewa Kurd.

Ozbek dîyar kir ku ewê li hemî perçeyên Kurdistanê nûnertîyan vekin.

Your browser doesn’t support HTML5

Peyamnêr Hatice Kamer