Selahattîn Demîrtaş: Tirkîye Piştgirî Dide DAÎŞê

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û berbijarê serokomarîyê yê Tirkîyê Selahattîn Demîrtaş jibo mitinga hilbijartinê berbijarîyê Dîyarbekirê bû.

Berbijarê HDPê yê serokomarîyê di gotara xwe êrîşên DAÎŞê yên li Şengalê şermezar kir û wiha got:

“Tirkîye, Katar û Erebistana Siûdî piştigirîya DAÎŞ dikin. Tirkîye jbo li Rojava îrada Kurdan tune bike, rê li ber DAÎŞ fireh kir."

Sîyasetvanê Kurd di axaftina xwe de rexne li Serkwezîrê Tirkîyê Erdogan girt.

"Erdoganê ku li meydanan ji parlamenterên Kurd re, ji dayika Berkin Elvan re got terorîst, zimanê wî nagere ku ji DAÎŞê re beje terorîst."

Demîrtaş di dewamîya axaftina xwe de bang li gelên Tirkîyê kir da ku li dijî qetliama Şengalê dengê xwe bilind bikin.

Demirtaş bal kişand ku xwedîderketina Kurdên Êzîdîyên li Şengalê, xwedîderketina rûmet û wijdanê ye.

Your browser doesn’t support HTML5

xecîcan Farqîn