Mustefa Ebdî: Şervanên Kurd Berxwedaneka Dîrokî Dijî DAÎŞ Dikin

Ev bû bêhtirî sê hefte, çekdarên DAÎȘ bi hemû hêza xwe, bi tang û topên giran hewil didin derbasî hindirê bajarê Kobanê bibin, lê ew rastî berxwedaneka bêhempa ji aliyên șervanên Kurd ve tên.

Rojnamevanê kurd Mustefa Ebdî, ku li wir dimîne û rewșê ji nêzîk ve dișopîne, dibêje 3 hezar șervanên Kurd, berxwedaneka dîrokî li beramber çeteyên DAÎȘ dikin, û di vê rê de berdewam in. Ebdî her wiha bal kișande ser hejmarek xelkê sivîl, ku derdora hezar kesî ne, hîn di hindirê bajêr de ne, û got:” pêwîste alîkariyên bi lez ji wan re bêne dabîn kirin, ew dibêjin em ji Kobanê dernakevin.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, lînka jêrîn kilîk bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Mustefa Ebdî_SW_10_09_2014