Ebdella Îmam: Pêwîste Rewşa Kobanê Bibe Sedema Yekîtiya Kurdên Sûriyê

Di çarçoweya hewildanên xwe de ji bo nêzîk kirin û pêkanîna rengekî ji yekîtiyê, Partiyên Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê, li bajarê Duhok dest bi kombûnên li gel hev kirin.

Parêzerê Kurd ê Sûrî, Ebdella Îmam ku li Hewlêr dimîne, ji Dengê Amerîka re ragihand ku pêwîstiya aliyên Siyasî roja îro bi yekbûnê heye da ku karibin êrîșên DAÎȘ û gefên wan ji ser bajarê Kobanê vegerînin.

Îmam herwiha dupat kir ku ev ne tenê daxwaza xelkê Kurd e , belê ew cihê razîbûna hêzên koalîsyona navnetewî ye jî, ku karibin bi hêzeka yekgirtî re danûstandinê bikin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, lînka jêrîn kilîk bike

Your browser doesn’t support HTML5

Ebdella Îmam_SW_10_14_2014