Barzanî Haman: Penaberên Kurd Yên Kobaniyê Pêwîstî bi Kelûpelên Zivistanê Hene

Her ku werza zivistanê nêzîk dibe, pêdiviyên penaberên Kurdên Sûriyê li ser sînorê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bêhtir dibin û metirsiya ku ew rastî rewșeke ji niha xerabtir bên mezintir dibe.

Çalakdarê Kurd di warê alîkariyên mirovatî de, Barzanî Haman, ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye, ji Dengê Amerîka re, rewșa penaberan șîrove kir û kêmbûna alîkariyan ragihand.

Haman got,” Eger rêxistin û aliyên xemxur bi awakî rijdî bi erka xwe ranebin, dê penaberên Kurd rastî astengiyeke mirovatî ya mezin bibin.”

Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, fermo faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Barzanî Haman SW 11_10_14