Bextiyar Hisên: Bajarê Kobaniyê Bi Tevahî Rizgar Bû

Bextiyar Hisên

Piștî rizgarkirina Girê Kaniya Ereban ku di bin destê çekdarên Daiș de bû bajarê Kobaniyê bi tevahî tê rizgarkirin û renge ev yek bi awakî fermî nêzîk bête ragihqandin ji aliyê șervanên Kurd de.

Pizîșkê Kurd Bextiyar Hisên ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye û li ser sînorê di navbera Kobaniyê û Tirkiyê de dimîne, ji Dengê Amerîka re dupat kir ku șervanên Kurd li ser Girê Kaniya Ereban in û wan ala Daiș avêtin û ya YPG hildan.

Hisên her wiha bal kișand ser gundewarên Kobaniyê û got, rozgarkirina gundan hêsantire û dê bandora têkçûna Daiș li Bajêr așkere bibe di gundan de jî.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvîne, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Bextiyar Hisên_SW_1_26_2015