Fuad Elîko: Azadkirina Ebdella Ocelan Mercê serkeftina Piroseya Aştiyê ye Li Tirkiyê

Fuad Elîko

Ev bû 16 salin serokê partiya karkerên Kurdistan( PKK) rêzdar Ebdella Ocelan li zîndana Îmralî girtiye û li gel piroseya aștîyê ya li dar di navbera Tirkiyê û Kurdan de hîn tiștekî diyar nîne di derbarê çarenûsa wî de.

Rêzdar Fuad Elîko ku Serkirdeyekî Partiya Yekîtiya Demuqrata Kurd li Sûriyê ye û Berpirsê wê ye li Tirkiyê, ji Dengê Amerîka re ragihand ku girtina rêzdar Ocelan cihê dilgiraniya hemî xelkê Kurd bû û diyar kir ta kîjan astê li sere xelkê kurd tên gerandin.

Elîko her wiha hușdarî da desthilatdariya Tirkiyê û got, eger ew bi awakî rijdî doza serkeftina piroseya aștiyê dikin pêwîste ew niha berî siba rêzdar Ocelan azad kin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Fuad Alîko SW 2_16_15