Ciwan Yûsif: Rewşa Bêhtirî 150 Gundiyên Aşûrî Li Parêzgeha Hesekê Ne Diyare

Ciwan Yûsif

Êrîșên Daiș yên van rojên dawiyê li ser gundên Așûrî li parêzgeha Hesekê, gelek șîrovekar vedigerînin bo lawaziya evê gurûpa terorîst û hewildana wê bo dîtina cihekî ji șûna lingê xwe re, piștî têkçûna wê li Kobaniyê û deverin din.

Endamê komîta Kurdî ya mafê mirov rêzdar Ciwan Yûsif Ku li Siwîsra dimîne, ji Dengê Amerîka re ragihand ku ev gurûpa terorîst çi hewlan nahêvișe ji bo belavkirina tirs û kuștinê li her cihekî û armanca wê ne tenê xelkê Așûrî ye belê kurdin, Erebin û her pêkhateyeke dijî bîr û baweriyên wê ye.

Çalakvanê Kurdê Sûrî Ciwan Yûsif her wiha bal kișand ser rola civaka navnetewî di șerê Daiș de û got bêwîste cîhan hemî bi erka xwe rabe, berjewendiyên xwe yên taybet bi cî bihêle û li dijî evê terorîsma han bibe yek.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Ciwan Yûsif SW 2_28_15