Hest û Helwest: Sedem û Armancên Perçebûnên Tevgera Kurdî Li Sûriyê.

Kamîran Hec Ebdo û Edhem Başo

Di demekê de ku pêwîste hemî aliyên tevgera Kurdî tiwan û șiyan û hewilên xwe bikin yek da ku karibin xwe û xelkê xwe ji gerînek û astegiyên șerê Sûrî biparêzin û bi encamên sûdmend derkevin, nakokî di nav tevgera siyasî ya Kurdên Sûrî de derdikevin holê. Gelo sedemên vê yekê çine?

Hinek dibêjin nîrên ku tevgera Kurdî têre derbasbûyî û her wiha rêjîmên dîktator, nedihîștin çi yekîtî di hindirê vê tevgerê de çê be!

Hin vedigerînin wî nifșê yekem yê ku tevgera Kurdî damezarand û çanda wan a girêdayî bi derbegî û êlîtiyê de.

Hin dibînin ku sedemên perçebûnan grêdayîne bi ciyawaziya siyasî di nerînên stratîcî de û hinek jî vedigerînin bo berjewendiyên kesayetî û dijberiya li ser desthelatê û kursiyan.

Hebûna evqas partî dê ji Kurdên Sûriyê re çi qezencê bikin?

Bernameya Hest û helwest bi beșdarbûna du mîvanan vê babetê ronî dike

Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demuqrat Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) rêzdar Kamîran Hec Ebdo ku li Almanya dimîne; û endamê komîta siyasî ya partiya Azadî ya Kurdî li Sûriyê rêzdar Edhem Bașo ku ew jî li Tirkîyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Sense & Stance 3_31_15