Ronî Elî: Sûriyê Wek Dewlet Hilweşiya û Jiyana Xelkê Wê Têk Çû

Ronî Elî

Di demekê de ku șer li Sûriyê her berdewame û civaka navnetewî çi nerînên diyar nînin di derbarê rewșa Sûrî de, aliyên siyasî yên Sûrî jî bi helwestên ciyawaz vê rewșê șîrove dikin.

Nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Ronî Elî, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:

“Îro ev pilan û pirojeyên ku di derbarê Sûriyê de dibin, dixwazin bêjin bê rêjîmê rewșa Sûriyê çareser nabe, ez dibêjim xelkê Sûriyê hemî têk çû û Sûriyê wek Dewlet hilweşiya, eger rêjîm bimîne an jî biçe.”

Elî ku niha li Hewlêr dimîne, bal kișand ser rola hin welatên herêmê di șerê Sûrî de û ew tenê wek piștgiriyeke moralî anî ziman ku negihîșt asta alîkariyeke berbiçav li ser erdê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Ronî Elî SW 4_25_15