Heybet Bavê Helepçe: Nexşeyeke Nû Ji Rojhilata Navîn Re Tê Danîn

Heybet Bavê Helepçe

Di van demên dawî de li gor hin çavdêr û çalakvanên Sûrî, gurûpên tundrew hin pêșketinên leșkerî li gelek bajar û deverên Sûriyê bi dest xistin û li beramber wan jî rêjîma Sûrî bi tundî êrîșî wan navçeyan dike.

Nivîskar û mafnasê Kurd Heybet Bavê Helebçe, ji Dengê Amerîka re ronî dar ser vê babetê û got:

“Em dizanin, girêdana van pêșketina bi awakî raste rast bi helmeta Bahoza Hezm li Yemenê heye, û li beramber vê yekê rêjîma Sûriyê jî bi çi șêweyî napejîrîne ku ev gurûp nêzîkî navçeyên rêjîmê bibin, loma șer giran dibe.”

Bavê Helepça, ku niha li Almanya dimîne, rewșa Sûriyê bi rewşa herêmê ve girêda û diyar kir ku nexșeyek nûh tê danînin û dinava wê de jî,li gor wî, dê Kurdistan ava be.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Heybet Bavê Helebçe SW 05_04_15