Xalid Berkel: Em Hewil Didin Bi Berferehî Xizmeta Kampa Miştenûr Bikin.

Xalid Berkel

Rêveberiya xweser li Kobaniyê kampek li rojavayê Bajêr bi navê Miștenûr durist kir û dergehên wî bi awakî fermî ji penaberên Kobaniyê yên vedigerin re vekir.

Cîgirê serokê kantona Kobaniyê rêzdar Xalid Berkel, ji Dengê Amerîka re rewșa vê kampê șîrove kir û got:

“Çavdêriya vê kampê ji aliyê desteya karûbarên civakî û saziya hawar û geșkirinê ve dibe. Herçendî derfetên mezin û pêdiviyên jiyanê li Kobaniyê kêmin, lê em hewil didin li gor șiyanên xwe xizmeta xelkê bikin. Jimara penaberan di vê kampê de kême û em bi hêvî ne di demên pêș de bilindtir bibe.”

Rêzdar Berkel, herwiha bal kișand ser giringiya ku hemî rêxistin û dezgehên xêrxwazî alîkariya xelkê Kobaniyê bikin da ku di demeke nêzîk de vegerin bajarê xwe.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Xalid Berkel SW 06_07_15