Şêrwan Îbrahîm: Derbasbûna Pêşmergeyên Rojava Bo Sûriyê Dê Gaveke Pîroz Be.

Şêrwan Îbrahîm

Ev bû demeke behsa derbasbûna Pêșmergeyên Rojava bo Sûriyê dibe ku cihê nakokiyê ye di navbera Tevgera Civaka Demuqratic(TEV-DEM) û Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) de.

ENK-S berî çend rojan bi awakî fermî li hêza Pêșmergeyên Rojava xwedî derket.

Siyasetmedar û çalakvanê Kurdê Sûrî rêzdar Șêrwan Îbrahîm, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û got:

“Derbasbûna Pêșmergeyên Rojava dê hêzekê bide şervanên Kurd li wir û dê baweriyê bide xelkê Kurd ku netirsin û ji malên xwe dernekevin. Herêmên Kurdî di metirsiyê de ne û eger seqamgîrî nebe dê rewș xerabtir bibe.”

Îbrahîm, ku niha li Hewlêr dimîne, bal kișand ser piștgiriya navnetewî bo hêzên Kurdî û bandora wê di asteke bilind de nirxand.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Şêrwan Îbrahîm SW 7_5_15