Kanîwar Resûl: Tirkiyê Dikare Bi Riya NATO Bersiva Rûsya Bide Li Sûriyê.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdoghan îroj yekşemê, huşdarî da û got helmeta Rûsya ya leşkerî li Sûriyê “şaşiyeke mezine” û piştgiriye ji bo rêjîma Sûrî ku dê bête dadgehkirin di dîrokê de.

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENK-S) Dr. Kanîwar Resûl, ji Dengê Amerîka re ronî da ser helwesta Tirkiyê di vê derbarê de û got:

“Ji Tirkiyê tê xwestin ku piştgiriya hêzên nermerê li Sûriyê bike û tê bigihe ku Kurdên Sûriyê ne dijminê wê ne, Kurd beşek in ji şoreşa Sûriyê. Bi vê rê û her wiha bi riya NATO Tirkiye dikare bi awakî rijdî bersiva Rûsya û destêwerdana wê bide.“.

Resûl ku li Tirkiyê dimîne bal kişand rewşa Kurdan di vê terazûya nû de, û pêwîstî bi wê yekê da ku ew bibin yek di warê leşkerî de, da bala hemî aliyan bikşînin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Kanîwar Resûl SW 10_04_15