Idrîs Nassan: Hêzên Sûriya Demuqrat ew Hêza Sûriya Dahatû ne

Idrîs Nehsan

Cîgirê serokê desteya karûbarên derve ya Kantona Kobaniyê rêzdar Idrîs Nassan, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa rewşa niha ya herêmên sînorî bi giştî û yên Kurdî bi awakî taybetî kir, piştî xistina Tirkiyê balafireke Rûsî û bandora vê bûyerê ya rasterast li ser wan herêman.

Wî got:

“Ev bû demeke dirêje, Tirkiyê piştgiriya hin gurûpên Tirkman dike li bakurê Helebê û hewil dide herêmeke veqetî ava ke. Lê ev yek pêk nayê di demekê de ku Tirkiyê dijberiya Hêzên Sûriya Demuqrat dike û bi taybetî Hêzên YPG û YPJ.“

Nassan ku li Kobaniyê dimîne, bal kişand ser hevrêziya pêşbîn di navbera hêza taybet ya Amerîkî ku dê nîzîk biçe bakurê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demuqrat û diyar kir ku stiratîjiya wan ya hevbeş ewe tunekirina terorê li herême.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Idrîs Nehsan SW 11_25_15