Xalid Berkel: Kurd bi Qehremanî li Dijî Daiş Rawestiyan

Xalid Berkel

Wezîrê berevaniya Amerîka Aşton Karter di daniştenekê de li Kongrêsê careke din pesina Kurdan da, di şerê dijî Daiş de û rola wan bi roleke çalakdar û berbiçav anî ziman.

Cîgirê serokê kantona Kobaniyê rêzdar Xalid Berkel axaftinên Karter nirxandin û ronî da ser rola hêzên Kurdî di şerê li dij Daişê de li navçeyên Kurdên Sûriyê.

Berkel got:“Diyar bû çawa Daiş hewil da vê herêmê kontirol bike û diyar bû çawa hinek xelk ew himbêz kirin. lê Kurdan karibûn pirojeya xwe biparêzin û qehremaniyeke mezin li dijî Daiş bikin.“

Berkel her wiha pesina hêzên Sûriya Demokrat da û ew wek hêzeke ji gelek pêkhateyên Sûrî hatî avakirin anî ziman.

Ji bo guhdarîkirina hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Xalid Berkel SW 12_09_15