Ebdulsalam Elî Serdana Demîrtaş bo Rûsya Şîrove Dike

Ebdulsalam Elî

Di çarçoweya serdana xwe de bo Rûsya, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ligel Wezîrê Derve Sergey Lavrov kom bû û hin babetên rojevê guftûgo kirin.

Serdana Demîrtaş di demekê de tê ku peywendiyên Rûsya û Tirkiyê yên fermî têkçûne, piştî xistina Tirkiyê balafireke Rûsî meha berê.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) li Rûsya Ebdulselam Elî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka ronî da ser serdana Demîrtaş û got:

“Biryara vê serdanê berî meh û nîvekê, ango berî van nakokiyên dawî di navbera Tirkiyê û Rûsya de hatibû standin. Demîrtaş di vê serdanê de ne tenê bi navê partiyeke Kurd axivî, belê wî behsa hemî xelkê Tirkiyê kir. “

Elî ku di hevdîtina Demîrtaş û Lavrov de amade bû, ronî da ser helwesta Rûsya li dor Kurdan li herêmê û ew wek hewildanek ber bi garantîkirina mafên Kurdan da zanîn.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Ebdulselam Elî SW 12_23_15