Farûq Haj Mistefa: Rêveberiya Xweser Li Sûriyê Nikare Ragihandina Serbixwe Bipejirîne

Farûq Haj Mistefa

Di van demên dawî de, hin çalakvan û rojnamevan ji aliyê asayişa rêveberiya xweser ve hatine girtin li herêmên Kurdên Sûriyê ku bûn cihê nerazîbûna gelek kesan li hindir û derveyî welêt.

Birêvebirê navenda Berçav ya azadî û ragihandinê li Kobaniyê Farûq Haj Mistefa di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa vê babetê kir û got:

“Girtina rojnamevan û çalakvanan ne tiştekî nû ye. Rewşeke partîtî heye li herêmên Kurdan ku her aliyek nikare aliyê din bipejirîne û ev bi awakî sereke dibe sedema girtinên wiha ku cihê şermezariyê ne. “

Haj Mistefa ku li Tirkiyê dimîne, fişara li ser rojnamevanan bi nebûna demuqrasiyê ve girê da û got:

“Welatê ku rojnamevan lê bêne girtin ji bo nerînên xwe demuqrasî lê nîne.“

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Farûq haj Mistefa SW 01_10_16