Izedîn Temmo: Xelkê Kobaniyê Hêvîdare ku Rewşa Bajêr Baştir Bibe

Izedîn Temmo

Piştî salekê ji rizgarkirina Kobaniyê ji çeteyên Daiş, piroseya avakirina bajêr hîn rastî bend û dijwariyan dibe, lê xelkê Kobaniyê yên ku vegeriyayî hîn hêvî hene ku rewş baştir bibe û bajarê wan vegere wek berê.

Raidê Pizîşk di wezareta Pêşmergeyên herêma Kurdistana Îraqê de Izzedîn Temmo ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rewşa niha ya bajêr şîrove kir û got:

“Xelkê Kobaniyê gilî û gazinan dikin ji rewşa bajêr, lê bi giştî ew li ser xaka xwe ne û hêvî dikin ku rewş baîtir bibe. “

Temmo ku niha li Kobaniyê ye, bal kişand ser morala rûniştvanên Kobaniyê di salvegera rizgarkirina bajêr de û ew di asteke bilind de nirxand.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Izedîn Temmo SW 01_27_16