Zara Misto Rewşa Derdora Ezaz û Mari Şîrove Dike

Zara Misto

Kontrolkirina Daiş a dawî bo navçeya derdora Mari û Ezazê li bakurê Helebê hîşt ku 160 hezar xelkê sivî dorpêçkirî bimîne di navbera wan navçeyan û sînorê Tirkiyê de ku tenê 20 km dûr e.

Rojnamevan Zara Misto di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rewşa xelkê sivîl li wir şîrove kir û got:

“Piraniya xelkê, xwestin derkevin û nêzîkî 6 hezar kes derbasî aliyê Şêx Îsa bûn, lê beşek ji xelkê naxwazin derkevin. Ew dixwazin li cih û warê xwe bimînin. Rewşa herî xerab niha ew li bajarokê Mari e.“

Xelkê ku ji wir direvin û diçin bajarê Efrînê, li gor Misto, çi rêxistinên mirovahî nînin ku alîkariya wan bikin “Alîkariyên dibin tenê ji aliyê xelkê Efrînê û rêveberiya xweser ve dibin.“

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Zara Misto 05_29_16