Idrîs Nassan Êrîşa Daiş a li ser Gundekî Kobaniyê  Şîrove Dike

Idrîs Nassan

Berî du rojan, komek çekdarên Daiş derbasî gundekî bajarê Kobaniyê bûn û jimarek welatiyên sivîl kuştin.

Gundê Sêgolê yê başûrê bajarokê Sirînê, ew yek ji gundên Sînorî ye di navbera Hêzên Sûriya Demuqrat û çekdarên Daiş de.

Cîgirê berê yê serokê desteya derve ya kantona Kobaniyê û şîrovekarê siyasî Idrîs Nassan, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê bûyerê û got:

“Her ku Daiş bêhtir tê dorpêçkirin li aliyê bajarê Minbijê, ew hewil dide êrîşî deverên din bikin ji bo rakirina wê kontrol û dorpêçkirinê. “

Nassan ku li bajarê Kobaniyê dimîne bal kişand ser metirsiyên xelkê gundên derdorê û diyar kir ku ew bixwe berevaniya xwe dikin di çarçoweya hêzekê de bi navê Hêzên Cewherî.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Idrîs Nassan 07_18_16