Hest û Helwest: Agirbesta Sûriyê û Encamên Wê

Hoşeng Osê û Salih Cefer

Rawestana şer li Sûriyê doh doşemê êvarî derbasî warê cîbecîkirinê bû, li gor rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsya de, û çend demjimêran piştre wezîrê derve yê Amerîka John Kerry got renge ev derfeta dawî ye ji bo parastina evî welatê ku pênc salên şer ew wêran kirî.

Eger ev agirbest bo heft rojan dirêj bike, dê Amerîka û Rûsya bi awakî hevbeş şerê Daiş û Cebhet el-Nusra bikin.

Di demekê de, gurûpên Cebhet el-Nusra ya vê dawî yê nav xwe guherand bo Cebhet FethulŞam û Daiş ji vê agirbestê dûrin, piraniya aliyên şer erêkirin li dor pêgiriya bi wê.

Taybetmendiya vê agirbestê ji yên berî wê çiye û çawa ew dikare bibe bingeh ji destpêkirina proseyeke siyasî re bo Sûriyê?

Eger hat û ew jî têkçû, gelo dê rewşa Sûriyê çawa bibe, eger em bidin berçavan ku Amerîka û Rûsya nelihevin di pênasîna hin gurûpan de li Sûriyê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Nivîskar Salih Cefer ku li Holenda dimîne û nivîskar Hoşeng Osê ku li Belçîka dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 09_13_16