Mehmûd Qadir: Hin Sivîlan Biryar Dane ji Helebê Dernekevin

Rêxistina Xaşa Sor a navnetewî dibêje operasyona derxistina sivîl û serhildêrên opozisyonê ji rojhilata bajarê Helebê di nava çend demjimêran de bi dawî tê.

Birêvebirê beşe belgekirinê di dezgeha Biratî de Mehmûd Qadir, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa rewşa xelkê Helebê kir û got:

“Xelkê ku ji aliyê rojhilata Helebê derdivein ew berê xwe didin aliyê rojavayê bajêr, wek darit Izze û Etarib, ji wir jî beşekî mezin diçin parêzgeha Idlib, û biryare hinan ji wan bibin kampên Ezazê.“

Qadir ku li bajarê Kobaniyê dimîne, dibêje derketina xelkê di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de dibe, ew derketina wan organize dike û hin serhildêran biryar dane ji Helebê dernekevin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Mehmûd Qadir 12_22_16