Zara Misto Behsa Girîngiya Bajarê Al-Bab ji bo Tirkiyê Dike

Zara Misto

Peyvdarê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin îro çarşemê got kontrolkirina bajarê al-Bab li bakurê Sûriyê girînge ji bo têkbirina Daiş li Parêzgeha Reqqayê.

Kalin got gotûbêja ku hêzên YPG tenê hêza çalakdare li dijî Daiş û wan çi alternatîv nîne, ew nema êdî duriste.

Rojnamevan û sernivîserê berê yê malpera Welati.Net li Kobaniyê Zara Misto di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:

“Bi kontrolkirina Babê, riya ku Daiş çekdar tê re werdigirtin tê qutkirina, pilana hêzên Sûriya Demukrat a girêdana Kobaniyê û Efrînê tê şûnxistin û her wiha Tirkiyê roleke girîng qezenc dike li Sûriyê.“

Misto ku li Tirkiyê dimîne behsa piştgiriya Amerîka bo hêzên Sûriya Demukrat kir û got ta niha Amerîka rê nedaye Tirkiyê ku tiştekî li dijî Hêzên Sûriya Demukrat bike.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Zara Misto 02_22_17