Li Amedê Bîranîna Şêx Saîd û Hevalên Wî

Your browser doesn’t support HTML5

Şêx Saîd û hevalên wî, di salvegera darvekirina wan de li Amedê hatin bîranîn.

Şêx Seîdê Pîranî ango Şêx Seîdê Kal, pêşengê Raperîn doza Kurdîstanê 29ê Hezîrana 1925an da li Amedê bi 47 rêhevalê xwe hate darve kirin. Tevî ku 97 sal derbaz bû jî cîyê gora wan ne dîyar e. Wekî hersal îsal jî li Meydana Derîyê Çîya, li cîyê ku dibêjin gora wan li wir e, daxuyanîya bîranînê hat dayîn.