Ji ber Buhabûnê, Bazarên Qamişlo Berî Cejna Qurbanê Lawaz in
Your browser doesn’t support HTML5
Ligel nêzîkbûna Cejna Qurbanê, bazarên Qamişlo bi reng û şêranîyên cejnê hatine xemilandin, lê tevgera kirîn û firotinê li gor salên borî lawaz e. Bilindbûna buhayên kel û pelan û guhertinên dawî yên sîstema gumrikê hêza kirînê ya welatîyan kêm kiriye û firoşkarên sewalan û şêranîyê xembar hiştine.