Pirsgirêka Karkirina Zarokan li Qamişlo û Sûrîyê Didome

Your browser doesn’t support HTML5

Di Roja Cîhanî ya Dijî Karkirina Zarokan de (12'ê Hezîranê), amarên li Sûrîyê pirsgirêkeke kûr a windabûna zarokatîyê nîşan didin. Tevî ku zagonên navxweyî û peymanên navnetewî karkirina zarokan bi tundî qedexe dikin, lê hejarî û mercên şer zêdetirî 2.5 milyon zarok neçarî bazara kar kirine.