Li Amedê Mêr Tundûtûjîya Dijî Jinan Şermezar Dikin

Your browser doesn’t support HTML5

Li bajarê Amedê xwepêşandanek ji alîyê mêran ve hate lidarxistin ji bo şermezarkirina tundûtûjîya li dijî jinan. Di dema dawî de, bi taybet kuştina jinan li Amed û Tirkîyê bi awayekî berçav zêde bûye. Ev yekem car e li ser asta Tirkîyê ku tenê mêr di xwepêşandanekê jibo jinan de dimeşin.