Karbidestên Îraqî dibêjin êrişkerekî xwekuj li Musilê lorîyeke bombebarkirî peqandîye û neh mirov kuştîne.
Polîs dibêjin êrişkerî ew lorî li pêşîya nivîsgeha Yêkitîya Niştimanîya Kurdistanê ya bi rêberîya Serokê Îraqê Celal Talabanî peqandîye.
Roja eynî jî komeke çekdarên Şî'e bi set nivîsgeha wê partîya Kurdan li bajêrê Kut da girtibû û ew şewitandibû, nobedarê wê jî birîbndar kiribû.
Li bajêrê Kerbala yê başûr, di şerrê linav piştevanên melayekî Şî’e yê dijberê Amerîka û serbazên Îraqî da bi kêmî ve şeş kes hatîne kuştin.
Ji alîyê dî ve Leşkerê Amerîkî dibêjît rast e ku ew peqîyanên roja Yêkşembî li Bexdayê ku 63 mirov têda hatibûne kuştin ji otomobîlên bombebarkirî bûn. Leşker dibêjît bi wan peqîyanan borîyeke gazê vebûye û avahîyek herifîye.
Peyivdarê leşkerê Amerîka roja Duşembî gotibû şarezayan çi delîl peyda nekirîne ji bo egereke ji bilî bo peqîyana borîya gazê.