Karbidestên Îraqî dibêjin di êrişên serhildayan da li seranserî wî welatî da bi kêmî ve 12 mirov hatîne kuştin.
Bi peqîyana otomobîleke bombebarkirî li bajêrê Sadr yê li tenişta Bexdayê çar mirov hatine kuştin, pêtir ji 20an jî birîndar bûn. Li paytextî di peqîyaneke dî da jimareke kesan birîndar bûn.
Li Baqûbe di teqekirinan da bi kêmî ve şeş mirov hatine kuştin. Serbazekî Îraqî, ku nobedarî li kanîya petrolê li Balad dikir, hate kuştin.
Leşkerê Amerîka dibêjît serbazekî wî li encama peqîyana bombeyeke lêva rê li başûra Bexdayê hatîye kuştin.
Karbidest dibêjin di şer û lêkdanên li meha bihorî da nêzîkî 3 hezar û 500 Îraqîyan hatîne kuştin – jimara herî mezin ya kuştîyên ji xelkê sîvîl ji destpêka şerrî li sala 2003yê we re.