Sîyasetvanên Kurdên Surîyê li Parîsê kom dibin

Kurdên Surîyê bi hilkirina mum û findikan qurbanîyên serhildana berî sê salan li Qamişlo bi bîr înan li demê ku partîyên wan yên sîyasî xwe ji bo konferansekê

amade diken.

Yêk ji rêkxerên konferansa roja eynî li Parîsê, Ciwan Simo, dibêjît 11 komelên Kurdan gazî kirîne.

Simo dibêjît ew dewama konferansên berî niha ji bo yêkitîya li nav partîyên Kurdên Surîyê ye. Ew dibêjît Serok Surîyê Bişar el-Esed soza guhartinan daye, lê heta niha ew soz bi cih neînaye.