Ahmet Faruk Unsal: Dibe ku Tirkîyê Mecbur Be ji Sûrîyê Derkeve

Bajarê Minbicê

Piştî banga YPG'ê, arteşa Sûrîyê rahgihand ku hêzên wê ketine Minbîcê.

Daxwazên Tirkîyê ew bû ku piştî vekişîna Amerîka, têkeve Minbîc û derbazî rojhilata Firatê be.

Hin pispor bawer dikin ku piştî hatina artêşa Sûrî ya Minbîcê, ger Tirkîye êrîş bibe ser wê herêmê, şerê navbera dewleta Sûrîyê û Tirkîyê wê destpê bike.

Serokê Berê yê Mazlum Der’ê û parlamanterê berê yê AKP'ê Ahmet Faruk Unsal dibêje ku ger bi vî awayî bidome, dibe ku sîstema ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) damêzrandibû, bibe sîstema Sûrîyeya nû.

Unsal dibêje ku ger pêşketin wiha berdewam bikin, Tirkîye mecbur e ku ji Efrînê û hemû Sûrîyê derkeve:

“Dema hikûmeta Sûrîye li ser axa xwe desthilat be, dijî razîbûn û destûra wê welatekî din hîzîn leşkerî hebe, li gorî hiqûqa navnetewî ew welat dê têkeve nav tengasîyeke mezin. Piştî vê pêvajoyê, ne li Minbîcê ne li Bakurê Sûrîyê ne jî li Efrînê ne pêkan ku Tirkîye leşkerên xwe li na herêman bihêle.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_12_28_2018_Ahmed_F_Unsal