Lêkolîner Ahmed Dirihî Koça Dawî Kir

Ahmedê Dirihî

Nivîskar û lêkolîner Ahmet Dirihî (Kasimoglu) jiber nexweşîyeke giran îro Duşemê li Amedê koça dawî kir.

Dirihî bi eslê xwe ji Çewlikê bû û meytê wî jî li gundê wî yê li Çewlîqê hat binax kirin.

Ew endamê Civîna Kurmnacî ya Enstîtuya Parîsê û endamê xebatên Wateyê bû.

Dirihî bi salan e ku ser gul û gîyayên Kurdistanê lêkolînan dikir.

Ew di sala 1999'an de jibo Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dest bi tomarkirina navên nebatan dike, li 79 bajar û bajarokên Kurdistanê digere û navê gîyayan tomar dike.

Dirihî di 14 salan de ferhengek amade kir ku ji 20 hezar nav û 1168 rûpelan pêk tê. Di nav ferhengê de navê nebatan bi Kurmancî, Zazakî, Soranî, Goranî, Lorî, Tirkî û Latînî hatine nivîsîn. Zanîngeha Artuklu "Ferhenga Navê Nebatan a Kurdî" çap kir.

Dirihî di sala 2004'an de di Kovara Wate de xebata ser nebatan weşand û di sala 2006-2007'an de dest bi beşdarîya civînên Gruba Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê kir.

Wî di sala 2011'an de derheqa heman mijarê li Zanîngeha Bîngolê beşdarê sempozyuma bi Zazakî bû.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_05_13_2019_A_Dirihî