Mistefa Balî: Ti Teqîn li Eyn Îsa Çenebûne

Mistefa Balî

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ku bingeh li Londonê ye, îro Duşemê got teqînekê erebeyeke leşkerî li bajarokê Eyn Îsa yê bakurê Sûriyê ji xwe re kir armanc.

SOHR da zanîn ku di encama êrîşê de kesek hat kuştin û hinek birîndar bûn.

Wê got erebe ji Eyn Îsa diçû bingeheke leşkerî ya koalisyona navnetewî ya dijî DAIŞê.

Peyîvdarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî,ev nûçe red kir û got ti teqînên wiha nebûne.

“Ez niha li bajarokê Eyn Îsa me û tiştekî wiha nîne. Diyar e kesên ev nûçe amade kirî, nizanin ku ti bingehên Amerîkî li vir nînin.”

Derbarê hebûna grubên ku dixwazin ziyanê bigihînin HSD'ê li wê herêmê, Balî got ku reng e hîn hin paşmayên DAIŞ û komên tundrê hewil bidin ziyanê bigihînin HSD'ê, lê nûçeya teqînê bi xwe ji rastiyê dûr e.

Jibo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng vekin

Your browser doesn’t support HTML5

Mistefa Balî 04_06_2018