Li Azerbaycanê Bo 38 Kesên di Ketina Balefirê de Mirine Rojek Şînî Hat Ragihandin

Konsulxaneya Azerbaycanê li St. Petersburg, rêzgirtin li qurbaniyên ketina firokê, 26/12/2024.

Azerbaycanê roja Pêncşemê rojek şînê ragihand piştî ku firokeyek rêwîyan ji li rojavayê Kazaxistanê di Roja Noelê de ket û di encamê de 38 kes mirin û 29 birîndar rizgar bûn.

Hat ragihandin ku firokeyê 67 kes hebûn, 62 geştiyar û 5 jî karmend û taqima balefirê.

Firokeya Embraer 190 diviyabû ji bakur -rojavayê paytexta Azerbaycanê Bakûyê ber bi bajarê Groznî yê Çeçenîstanê li başûrê Rûsyayê bifiriya. Lê li şûna wê, ji arasteya xwe ya li ser Derya Xezerê dûr ket û roja Çarşemê li nêzî bajarê Aktau yê Kazaxistanê ket.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev roja Pêncşemê jiber qûrbanîyan rojek şînî ragihand û serdana xwe ya plankirî ya Rûsyayê jibo hilcivîna nefermî ya Hevbendîya Dewletên Serbixwe (CIS), komek welatên Sovyeta berê betal kir.

Vê jî bixwîne:

Li Kazaxistanê Balafirek Geştiyaran Ket Bi Dehan Kes Mirin

Ofîsa Alîyev got ku "serok ferman da ku jibo lêkolînkirina sedemên karesatê demûdest gavên bilez werin avêtin. "

Lêpirsîna sedemên ketina firokeyê didome, lê hin pisporên esmanî û leşkerî dibêjin ku dibe ku firoke bi xeletî ji hêla sîstemên berevanîya
Serokê Senatoya Kazaxistanê Maulen Aşimbayev ragihand ku " ne pêkan e" were gotin ku balafir çima ket.

"Pispor lê dinêrin û ewê encamên xwe dîyar bikin. Ne Kazaxistan, ne Rusya û ne jî Azerbaycan, helbet agahiyan venaşêrin, wê ji raya giştî re werin eşkerekirin," Aşimbayev got.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov îro Pêncşemê got, lêkolîna derbarê sedema ketina firokeya Azerbaycanê de berdewam dike e û xelet e ku mirov berîya ku encamên wê, texmînan bike.

"Divê em li benda dawîya lêpirsînê bisekinin," wî got.

Peskov herwiha got ku serokê Rûsya Vladimir Putin bi telefonê bi Alîyev re bi telefonê axifîye û "jiber ketina firokeyê sersaxî xwest."

Jêder:AFP