Rêxistinên Mafên Mirov Derbarê Êrîşên ser Kêmanîyan li Bangladeş Hişyarî Didin

BANGLADESH-POLITICS-UNREST

Rêxistinên mafên mirov û diplomatên li Bangladeş îro Sêşemê xembarî nîşan dan ser raportên derbarê êrîşên dijî kêmanîyan, rojekê piştî ku serokwezîr Şêx Hasîna jiber xwepêşandanan dest ji kar kişand û ji welêt derket.

Li gor raport û dîdevanan, hin mal û milkên kêmanîyên wekî Hindu û Amedî roja Duşemê rastî êrîşan hatin. Rûniştvanên Bangladeşê bi piranî Misilman in.

Rana Dasgupta, rêvebira Civata Yekîtîya Hindu, Budist û Krîstyanan, di daxuyanîyekê de got ku “herî kêm li 97 cihan xanî û dikanên kêmanîyan Duşem û Sêşemê rastî êrîş û talankirinê hatine.”

Rêxistinê got ku bi kêmî 10 perestgehên Hindu ji alîyên xirabkaran ve rastî êrîşan hatin.

Rêxistina Transparency International jî got “êrîşên wisa ser kêmanîyan li dijî giyanê bingehîn yê tevgera dijî cudakirina ya xwendekaran in.”

Ji alîyekî din ve, balyozxaneya Amerîkî li Dhaka banga aramîyê kir.

“Em derbarê raportên êrîşên ser kêmanîyên olî û cihên olî li Bangladeş xembar in.”

Balyozê Yekîtîya Ewrupa li Bangladeş, Charles Whiteley, li ser platforma X bang li hemû alîyan kir ku tundûtûjîya civakî red bikim û rêzê li mafên mirov bo hemû gelê Bangladeşê bikin.

Li gor raportan, di tundûtûjîya roja Duşemê de bi kêmî 122 kes hatin kuştin. Ev jî hejmara herî bilind ya kuştîyan e ji dema ku xwepêşandanan Tîrmehê destpê kirine.

Jêder: AFP