Wezareta karên derve yê Brîtanya dîyar kir ku wezîrê karên derve Domînîc Raab îro Duşemê li ser rewşa Afganîstanê beşdarî civîneke onlaynî bûye.
Civîn bi beşdarbûna wezîr û karbidestên karên derve yên Amerîka, Kanada, Yekîtîya Ewrupa (YE), Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, NATO, Qatar û Tirkîyê pêk hatiye.
Wezîrê karên derve yê Brîtanya Dominic Raab ji hevkarên xwe xwestiye ku bi hev re bixebitin da ku Afganîyên destnîşankirî yên ku hê jî li welêt in, bi rengekî ewledar werin veguhestin.
Wezaretê di daxuyanîyê de ragihand ku Raab gotiye, divê seroktîya Talîban li gor kiryarên xwê û li ser gelo destûrê dide ku mirov derkevin, were nirxandin.
Vê jî bixwîne: Talîban Derketina Ji Welêt Ya Afganîyên bi Belge Qebûl Dike Vê jî bixwîne: Geşta Dawî Ya Brîtanî Ya Sivîlan Ji Kabulê Derdikeve Vê jî bixwîne: DAIŞ Berpirsîya Êrîşa li Kabulê Digire Ser Xwe