Pekînê Yekşemê ragihand ku karbidestên payebilind ên sîyaseta derve yên Desthilata Filistînî û çar welatên ku piranîya wan misilman in, dê rojên Duşem û Sêşemê serdana Çînê bikin.
Di nav Karbidestan de, dê wezîrên derve yên Desthilata Felestînî li Kenara Rojava, Erebistana Siûdî, Urdun, Misir û Endonezya û herwiha sekreterê giştî yê Rêxistina Hevkarîya Îslamî jî hebin.
Berdevkê wezareta derve ya Çînê Mao Ning di daxuyaniyekê de got, "Di serdanê de, Çîn dê bi desteya hevbeş a wezîrên derve yên welatên erebî û îslamî re, ji bo kêmkirina aloziya Filistîn û Îsraîlê, parastina sivîlan, û çareserkirina dadmend ya pirsgirêka Filistînê, têkilî û hevahengiyek kûr hebe."
Îsraîlê soza daye ku grûpa Îslamî ya Filistînî Hamasê, ku serweriya Gazayê dike, ji ber êrîşên wê yên 7ê Cotmehê, ku hikûmeta Îsraîlê dibêje 1,200 kes kuştin û 240 dîl girtin, tine bike.
Li Gazayê, hikûmeta Hamasê dibêje 12 hezar û 300 kes di bombebarana esmanî û operasyonên bejayî yên Îsraîlê de hatine kuştin. Piraniya kuştiyên herdu aliyan sivîl in.
Piştî destpêkirina şer di meha borî de, karbidestên Çînî, di nav de wezîrê derve Wang Yi, banga agirbestek bilez û "aramkirina" rewşê kir.
Çîn di dîrokê de alîgiriya Filistîniyan dike û ji bo nakokiya Îsraîl û Filistîniyan piştgirîyê dide çareseriya du-dewletî.
Çavkanî: AFP