Berdevkê CHPê Oztirak: Hevdîtina Erbîlê jiber Projeya Aştîya Rojhilata Navîn Hate Çêkirin

Partîya Gel Ya Komarê (CHP) bi awayekî resmî cara yekeme serdana Herêma Kurdistanê ya Iraqê kir.

Şandeya CHP’ê, di bin serokatîya Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Oguz Kaan Salici ve li Hewlêrê li gel Serokê Herêma Kurdistanê yê Berê Mesût Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek rayedarên din civîyan.

Li gorî şandeya CHP’ê hevdîtin di asteke germ de hatîye çêkir.

Piştî Hewlêrê şandeya CHP’ê li Kerkûkê serdana Serokê Enîya Turkmen ya Iraqê Hasan Turan jî kirin. Ev şande li gel rayedarên Turkmenan jî civîyan.

Ev serdan li Enqerê li Navenda Giştî ya CHP’ê ji hate gotûbêjkirin. Berdevkê Partîya Gel ya Komarê (CHP) Faîk Oztirak serdana Hewlêrê di çarçoveya aşitîya rojhilata navîn de nîrxand û wiha got:

“Di nav gelek projeyan de projeyeke herî girîn Rêxistina Hevkarîyê û Aşitîya Rojhilatanavîn e. Gava partîya me bibe desthilat armanca me ewe ku vê pirojeyê serkeftî bikin. Hevdîtinên me yê Erbîlê jî di vê çarçoveyê de hatîye çêkirin. Armanca me ewe ku jibo aşitîya heremê hawirdoreke durist bikin. Em naxwazin ku hêzên emperyal têkildarî vê derê bibin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Oguz Kaan Salici ji bo medyaya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ragihandibû ku ew cara yekeme ku serdaneke wiha dikin. Salici hestê xwe jî wiha anîbû ziman:

“Em wek Partîya Gel ya Komarê cara yekeme ku serdana vê derê dikin, lê hun bawerbin ku eva wê serdana me ya dawî nebe.”

CHP dixwaze ku serdanên xwe bidomînin. Lê jibo ku CHP’ê cara yekeme ku serdana Herêma Kurdistanê kirîye, li Tirkiyê jî ev serdan him di nav sîyasetmedaran de û him jî di nav çapemenîyê de hate gotûbêjkirin.

Li gorî hin şîroveyan tê dîyarkirin ku CHP dixwaze ku li gel Kurdan rûpeleke nû veke û sîyaseteke nû bimeşîne. Lê li gorî hin şîroveyan jî ev serdan wek ji bo girtina dengê Kurdin tête nîrxandin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_07_09_2021_Faik_Oztirak_Serdan_CHP