Saîp: Dibe Bi Hatina Payîzê Pêketîyên COVID-19 li Tirkiyê Zêde Bibin

Seroka Odeya Doktoran a Îstenbul’ê Prof. Dr. Pinar Saîp

Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê her roj daneyên pandemîya COVID-19 bi raya giştî ra parve dike.

Li Tirkîyê daneyên dawî nîşan didin, ku rêjeya hejmara pêketî û mirinan di demên dawî de zêdetir bûne.

Sedemên vê yeke gelo çi ne? Bi hatina Payîzê û tekilîya zêdebûna hejmara COVID-19 çî ye? û bi taybetî jî rewşa zêdebûna pêketîyên vîrusa korona ya li Îstenbul’ê çi ne?

Vê jî bixwîne: Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê Binalî Yildirim Tûşî COVID-19 Dibe
Vê jî bixwîne: Wezîrê Saxlemîyê yê Tirkîyê Koca jiber Belavbûna COVID-19 li Amedê Ye

Seroka Odeya Doktoran ya Îstenbul'ê Prof. Dr. Pinar Saîp dîyar dike ku li Tirkîyê gelek sedemên belavbûna vîrusa korona hene.

"Zêdetir ji pêşigirtina belavbûna COVID-19 aborî berbiçav hat girtin. Sistkirina tedbîran ya bi lez û bez û bêplan, dîsa serbest hiştina çûnûhatin di navbera bajaran de û geştîyarî jî yek ji wan sedemane ku rêjeya hejmara pêketîyên vîrusa korona zêdetir bûn."

Tîma saxlemiyê li Stenbul ya li dij Covid-19 dixebite

Saîp bi hatina Payîzê û tekilîya zêdebûna hejmara COVID-19 wiha şîrove dike "Bi hatina Payîzê dibe ku hejmara pêketîyên vîrusa korona zêdetir bibin. Jiber ku mirov wê zêdetir li cîh û qadên girtî de bimînin. Divê tedbîr dijî vê yekê jî werin standin."

Saîp di domandina axaftina xwe de balkişand ser rewşa Îstenbul'ê û got jiber nifusa zêde ya vî bajarî hejmara pêketîyan zêde ne û divê tedbîrên taybet jibo vî bajarî werin standin.

"Stenbul jiber ku bajarê herî mezin yê Tirkîyê ye û jiber ku karker herî zêde li vî bajarî di nav hev de û bi awayeke komî dixebitin rîska belavbûna vîrûsa korona zêdeye. Divê jibo Îstenbul'ê hemî sazîyên tendirustîyê bi hev re û bi awayeke hevkarî bixebitin."

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Mem Botanî - Stenbul 20 09 2020