CPJ Banga Jinûve Vekirina Ofîsa Rûdawê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Kir

Logoya Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ).

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) daxuyanîyek derbarê girtina ofîsa televîzyona Rûdawê li bakur û rojhilata Sûrîyê derxist û tê de banga rawestandina êrîş û astengîyên pêş rojnamevanên deverê kir.

CPJ ku bingeha wê li New Yorkê ye, got ku li 2’ê Sibatê hêzên Asayîşê astengî danî ber tîma Rûdawê da ku merasîma oxirkirina 12 şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) neşopîne. Ew şervan di şer û pevçûnên ligel çekdarên DAIŞ’ê li Hesekê de hatibûn kuştin.

Piştî merasîm bidawî bû, endamekî tîma Rûdawê ji alîyê Asayîşê ve rastî acizîyan bû and du karmendên din jî ji alîyê grûpeke nenas ve hatin revandin û lêdan xwarin, li gor Rûdawê.

Di 5’ê Sibatê de, Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê biryar da ku karê Rûdawê li deverê rawestîne û destûrnameya kar ji rojnamevanên wê bikişîne, li ser bingeha ku Rûdawê tevlîhevîyê dike û agahîyên nerast derbarê bakur û rojhilata Sûrîyê diweşîne.

“Divê desthilatên Bakurê Sûrîyê hewildanên xwe yên sansurkirinê dijî tora Rûdaw rawestîne û êrîşên dijî karmendên wê bi tevahî vekolîn bike. Divê rê ji rojnamevanan re were dayîn ku ew bûyerên li deverê bi awayekî serbixwe bişopînin, bêyî ku hêzên Asayîşê tolhildanê dijî wan bike,” Şerîf Mensûr, kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li CPJê, got.