Dadgeha Hewlêr Car Din Dadgehkirina Girtiyên Badînan Paşdixe

Dadgeha 2 yaq Tawanan li Hewlêr

Roja Çarşemê hatbû plan kirin ku rûniştina taybet ya dadgehkirin 5 girtiyên Badînan bi encam bibe, girtiyên ku dê bihatana dadgehkirin ev bûn; Silêman Kemal, Amir Xalid, Silêman Musa, Ferset Ehmed û Cemal Xelîl li dadgeha tawanan ya 2 li Hewlêr birêve here, lê car din dadgehkirina wan hat paş xistin, ev jî bo sedema xembarî û nerihetiya kesûkarên girtîyan.

Herêm Rafaat, parêzerî girtîyan ragihand û got "Çendîn care dadgeha tawanan dosya wan girtîyan bi armanca horlênêrînê paş dixe, di rûniştinên derbazbûyî de dadgerên nû hebûn, wan jî bi armanca ku dosya wan baş lêkolîn bikin paşxist bû."

Parêzerî herwiha got "Em pêwîst dibînîn ku serokê encûmena dadweriyê peyamek li ser vê mijarê hebe û kanê sedemên vê tevgeriyana li hember girtîyên Badînan tên encamdan çine?"

Li hember avahiyê dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr hejmarek parlementarên fraksyonên cûda yên parlemena Herêma Kurdistanê amade bûbûn û daxwaza azad kirina girtîya dikirin.

Dengê Amerîka hewil da, nêrîna Umêd Muhsîn gotebêjê Encûmena dadwerî derbarê paşxistina dadgeh kirina girtîyan û tawanên arasteyî wan hatine kirin bizane, lê amade nebû.

Jinek ji kesûkarên girtiyan di preskonferansekê de axift û got "hewara me bihên ku wan berden, her dê bêjine me ta'acîl..ta'acîl, îca ma ez çi bikim, dê bila bo me tiştekî bikin, em feqîrîn, em neşên her roj bên, bila dadgeha wan bihê kirin û neyê paş xistin."

Ji hejî gotinê ye ku ew tawananên arasteyî girtîyan kirine, li gor parêzer Herêm Rafaat ku gotiye Dengê Amerîka "Ew tawan ku dane pal girtiyan, hewildana têkdana asayiş û tenahiyê ye li herêmê û wergirtina alîkariya madî ji Serokomar û Serokwezîrên Îraqê, hewil daye teqê li berpirsên Duhokê bikin."

Rêxistinên mafên mirov û yên navnetewî girtina çalakvanên parêzgeha Duhok çendîn caran şermazar kirîye û didin zanîn ku girtina wan kesan pirsek siyasî ye û ne yasayî, armanc jê, bêdeng kirina dengên nerazîne li hember desthilata herêmê.

Lê berpirsên herêmê vê yekê red dikin û didin zanîn ku li gor yasayê kesên girtî hatine ragirtin û dadgeh kirin û jibo hinekan li gor birgeyên yasayê siza hatiye biryar dan.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Hewlêr 06 10 2021

Vê jî bixwîne: Doza Çalakvan Û Mamostayên Girtî Yên Parêzgeha Duhok li Dadgeha Hewlêr

Vê jî bixwîne: Rewşa Çalakvan Û Mamostayên Girtî Yên Parêzgeha Duhok di Zîndanên Hewlêrê de

Vê jî bixwîne: Dadgehkirina 5 Çalakvanên Duhok li Dadgeha Hewlêr Hat Paşxistin

Vê jî bixwîne: Dadgehkirina 4 Çalakvanên Parêzgeha Duhok li Hewlêr

Vê jî bixwîne: Doza Girtina Rojnamevan Qareman Şukrî li Duhok Û Daxuyaniya CPJ

Vê jî bixwîne: Sizayê 6 Salên Zîndanê Bo 5 Çalakvan Û Rojnamevanên Duhok Tê Pejirandin