Abdullah Demîrbaş: Hikûmeta Tirkîyê Gavên Xwe ji Dil Navêje

Bajarvanê Sur'ê Abdulah Demîrbaş

Hikûmeta Tirkîyê radigihîne ku ewê di demeke nêzîk de xizmetên civakî bi zimanên xencî Tirkî anku bi Kurdî û zimanên din jî pêşkêş bike.

Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de bajarvanê Sur'ê Abdullah Demîrbaş vê biryara hikûmeta Tirk dinirxîne.

Birêz Demîrbaş rexneyên tund li Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan dike ku li hember Kurdan ne samîmî ye.

Demîrbaş wiha berdewam dike: “Eger hikûmet dixwaze gavên wiha bavêjê, bila ji dil vî karî bike. Mafê xweparastina qanunî dide Kurdan, lê heqê wergerê ji wan dixwaze. Dibêje, ezê xizmetên bi zimanên bilî Tirkî bidim, lê jê re nabêje, xizmeta zimanê dayikê yê hemwelatîyan!”

Abdullah Demîrbaş daxuyanîya Recep Tayyîp Erdogan ya dijî Serokwezîrê Îraqê Nurî Malîkî jî rexne dike û dibêje, “eger birêz Erdogan ewqas Kurdan hez dike, bila pêşî mafên Kurdên li Tirkîyê bide, dû re piştgirîya Kurdên Başûr bike”.

Şaredarê Surê Demîrbaş banga konferanseke netewîya Kurdan dike û dibêje, “divê em konferanseke wiha bikin ku sîyaseta ya netewî dîyar bikin da ku bi karîgerî berjewendîya xwe biparêzin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvin_Abdullah_Demirbaş


Hun herwiha dikarin hevpeyvîna Tirkî jî bi lînka jêrîn guhdarî bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Abdullah_Demirbaş_Roportaj